AKADEMIYA ŞEHÎD EGÎD CÎLO DEWREYEKE PERWERDEYÊ BI DAWÎ KIR
Bi armanca xurtkirina karînên mamosteyan û pêşxistina asta zanistî, akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya branşên Kurdî, dewreyeke perwerdeyê ji bo mamosteyan bi dawî kir.
Di perwerdeyê de 62 mamoste beşdar bûn û li ser branşên wêjeyî yên weke; Dîrok, Çand, Ziman, Felsefe û Civaknasiyê hatin perwerdekirin.
Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya branêşn Kurdî ji sala 2019’an ve hatiye avakirin û ev dewreya 15’an ku jê der diçin.
Di şahiya derçûnê de rêvebira Rêveberiya Dibistanan a Kantona Qamişlo Ferîde Îbrahîm axivî.