DESTEYA PERWERDEYÊ YA HERÊMA FIRATÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIRIN
Desteya perwerde û fêrkrinê ya herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk û hedefgirtina zarok û jinan şermezar kir.
Desteya perwerdeyê bang li aliyên garantor kir ku çavdêriya peymana agirbestê ya cotmeha sala 2019’an bikin û sînorekî ji dewleta Tirk a dagirker re deynin.