Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA JINÊN ERMEN YEKEMÎN KONGREYA XWE LI BAJARÊ HESEKÊ LI DAR XIST

Di bin dirûşmeya Yekitiya Jinên Ermen piştî qirkirina 107 salan, xwe di şoreşa Rojava û parastina xaka Rojava de bi rêxistin dike, yekîtiya Jinên Ermen kongreya xwe ye yekemîn li bajarê Hesekê li dar xist.

Di kongreyê de rewşa jin Ermen hate nîqaşkirin û biryar e kongre bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Di bin dirûşmeya Yekitiya Jinên Ermen piştî qirkirina 107 salan, xwe di şoreşa Rojava û parastina xaka Rojava de bi rêxistin dike, encumena Civakî ya Ermenî yekemîn kongreya jinên Ermen vê sibehê li Hesekê li dar xist.

Di kongreyê de nêzî 150 delege ji jinên ermen, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Têkildarî mijarê endama komîteya amadekar a kongreyê Anahît Kasabiyan ji Rojav Tv re got ku ev kongre piştî 107 salan ji qirkirinê, dê dengê jina ermen bilind bike.

JI hêla xwe ve endama Tabûra Şehîd Rûbar Ozanyan, Yêrîvan Ozanyan da zanîn ku armanca kongreyê yekbûna jinên Ermen e.

Li gorî komîteya amadekar a kongreyê, tê payîn ku pêşnûmaya rêziknameya Yekitiya Jinên Ermen ku wê di kongreyê de bê ragihandin, were nîqaşkirin û kongre bi daxuyanî û encamnameyekê bi dawî bibe.