Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK BI DESTÊ SÎXURAN FERMANDAR SOSIN BÎRHAT Û RÊHEVALÊN WÊ ŞEHÎD XISTIN

Hêzên sûriya demokratîk li dijî sîxurên dewleta tirk operasyona sondê dewam dike.

Malbatên şehîdan piştigiriyê didin vê operasyonê û dibêjin ew ti carî van sîxuran efû nakin.

Di 19’ê tebaxa 2021’an dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov navenda encumena Têkiliyan a encumena Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kir. Di encamê de, endama Encumena Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin û encumena Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Sosin Bîrhat û rêhevalên wê şehîd bûn.

Dewleta Tirk kiryarên wiha bi destê sîxur û ajanên xwe pêk tîne.

QSD’ê di 31’ê tîrmehê de operasyona sondê li dijî van sîxuran ragihand û heta niha gelek sîxur hatine girtin.

Xwişka şehîd Sosin Bîrhat, Îlham Mihemed got ku QSD’ê operasyona sondê di demeke gucaw de daye destpêkirin.

Îlham got, “Em weke malbatên şehîdan piştgiriyê didin QSD’ê û vê Pêngavê pîroz dibînin.

Di dawiyê de Îlham Mihemed destnîşan kir ku malbatên şehîdan ti carî van sîxuran efû nakin.