Kanala ROJAVA TV

JI BO ŞOPANDINA REWŞA EWLEHÎ Û MIROVÎ RÊVEBERIYA XWESR SERDANA KAMPA HOL KIR

Ji bo şopandina Rewşa Ewlehî û mirovî Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê doh serdana kampa Holê kir..

Li wê derê Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da. û tê de bang li civaka navdewletî kir ku li hember dosyaya çeteyên daişê ên girtî û malbatên wan berpirsyariyên xwe bînin cih. û helwesteke cidî li hember dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin

piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên DAIŞ`ê di nav kampa Holê  de ragihand, doh Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê û saziyên wê yên sivîl, leşkerî û ewlehî serdana Kampa Holê kirin da ku rewşa ewlehî û mirovî li wir bişopînin.

Rêveberiya Kampê di civîna li gel Rêveberiya Xweser de rewşên mirovî, ewlehî û zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ`ê di nav kampê de, bandora wê li ser herêmê û cîhanê nexasim piştî zêdebûna gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, nîqaş kir .

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Desteya Hundirîn ya Herêma Cizîrê Kenan Berekat diyar kir ku Malbatên DAIŞ`ê xwe di nav kampa Holê de bi rêxistin dikin. Bi van hewldanan dixwazin ewlehiya herêmên me têk bibin.

Hevseroka Desteya Parastinê ya Herêma Cizîrê Sozê Qamişlo jî destnîşan kir ku piştî zêdebûna Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, şaneyên DAIŞ`ê tevgera xwe zêde kirin bi taybet di nav Kampa Hol de.

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li kampê daxuyaniyek da. û tê de bang li civaka navdewletî kir ku li hember dosyaya çeteyên daişê ên girtî û malbatên wan berpirsyariyên xwe bînin cih. û helwesteke cidî li hember dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin ku destekê dide van şaneyên daişê.