ENCUMENA LEŞKERÎ YA TIL TEMIRÊ PIŞTRAST DIKE KU EW Ê HERÊMÊN XWE BIPARÊZIN
Share
Fermandarê encumena leşkerî ya Til Temirê Xabûr Akad geşedan û rewşa dawiyê ya Til Temir û gundewên Xiristiyanan ên qeraxên çemê Xabûrê ji Rojava Tv re nirxandin.
Akad dibêje ku di êrîşên vê dawiyê yên dewleta Tirk de hejmarek welatî şehîd û birîndar bûne û dibêje jî dewleta Tirk dixwaze aramiya deverê têk bibe.
Akad piştrast dike ku ew pabendî lihevkirina agirbestê ya cotmeha sala 2019’an in, lê nayê wê wateyê ku ew ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng bimînin.