JINÊN JI HUNIRÊ SÛRIYÊ DIBÎNIN KU HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER JI BO WAN CIHÊ ARAM E
Jinên ji hunirê Sûriyê dibînin ku herêmên Rêveberiya Xweser ji bo aramiya wan cihê herî guncaw e.
Her wiha tekez kirin ku Rêveberiya xweser Aramî û Ewlehî Pêşkêşî hemû kesên ku berê xwe dane wan dike .
Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, yê ku herî zêde zirar dîtin jin bûn. wan hemû erkên mêran di dema nebûna wan de bi cih danîn, Taybeta herêmên hundirê Sûriyê yên weke Heleb, Dera û Idlibê.
Her wiha ji ber vê yekê hin malbatan dîtin ku herêmên Rêveberiya Xweser ji bo aramiya wan cihê guncaw e.
Endama Kombenda Jinên Kesk Emanî rehal tekez kir ku li herêmên Rêveberiya xweser Aramî û Ewlehî heye. Û Mafê jinan parastiye .
Her wiha endama kombendê ya bi navê alaa mihemed piştrastkir ku rêveberiya xweser hemû derfetan li pêş koçberan vedike. û xwedî li wan derdikevin .
Hêjayî gotinê ye ku herêmên Rêveberiya Xweser gelek malbatên koçber ên ji Hema, Hums, Idlib û Helebê ku ji ber çeteyên Daiş Û Cebhe Elnûsra reviyane û li ewlehî û aramiyê digerin pêşwazî kiriye.