Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN KAMPA WAŞÛKANÎ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK XWEPÊŞANDAN LI DAR XIST

Ji ber zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina welatiyan bi rêya balafirên bêmirov, li ser bangewaziya Kongra Star a Hesekê, niştecihên Kampa Waşûkanî xwepêşandan li dar xistin û banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk kirin.

Xwepêşandan ji pêşiya encumena Kampê dest pê kir û li dawiya kampê rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mitingê de jî daxuyaniyek hate xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk hemû pîvanên mirovî, nirx û rêgezên mafên mirovan binpê kirin.

Der barê bêdengiya civaka navneteweyî de di daxuyaniyê de hat gotin: “ Divê NY û civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe bînin cih , Sûc û siyasetên wê yên qirkirinê rawestînin.