OPERASYONA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ YA LI KAMPA HOLÊ DI ROJA XWE YA 4’AN DE YE
qonaxa duyemîn a Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” di roja 4`emîn de li beşê duyemîn A Kampa Holê di saeetên sibehê de destpêkir .
Hêzên Ewlekariya Hundirîn tunelek û xaniyên bi blokan hatine çêkirin, dîtin û hejmareke kon hatin rakirin Her wiha cilên girêdayî artêşa Tirk a dagirker dîtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn tunel û xaniyên blokan xirab kirin. Her wiha gelek konên penaberan ku şaneyên veşartî dest danîbûn ser û wekî navendeke perwerdeyê û mêjîşûştinê bi kar dianîn, hatin dîtin. Ew kon jî ji aliyê hêzên pengavê ve hatin rakirin.
Di 3ê rojên borî yên operasyonê de jî 33ê çeteyên daişê hatin girtin , 33 konên ku ji bo belavkirina fikrên tundraw ên DAIŞ`ê dihatin bikarnaîn, hatin rakirin.
Her wiha navendeke veşartî ku bi heman armancê dihat bikaranîn hat dîtin û rûxandin.