SIYASETMEDAR Û ÇALAKVANÊN REQAYÊ LIHEVKIRINA EDANA YA NÛJENKIRÎ RED KIRIN
Siyasetmeda û çalakvanên Reqayê lihevkirina edanayê ya nûjenkirî red kirin û gotin: Lihvkirina Edanayê bi armanca parçekirina Nexşeya Sûriyê hatiye Îmzekirin..
Tekez kirin ku her çiqas dewketa tirk li dijî vîna gelê kurd pilana dayîne jî , wê nikaribe berxwedana gel lawaz bike .
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û ji bo dagirkeriyeke nû gefan li herêmê dixwe. Lihevkirina Edeneyê jî ji bo vê yekê dike palpişt.
Di sala 1998’an de 11 rojan piştî destpêkirina Komploya Navneteweyî Lihevkirina Edeneyê hat îmzekirin û di sala 2011’an de 20 rojan beriya serhildanên li Sûriyê hat nûkirin.
Vê lihevkirinê di 2019’an de rê li ber êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî vekir û niha jî hewl didin ji bo êrişên dagirkeriyê bi kar bînin.
Siyasetmedar û çalakvanên Reqayê nûkirina Levkirina Edanayê red kirin û gotin: dewleta tirk tevî lihevkirin û êrîşan, nekarîbû pêşî li şoreşê bigre.
Siyasetmedar û çalakvanan Tez kirin ku Lihvkirina Edanayê bi armanca parçekirina Nexşeya Sûriyê hate Îmzekirin..
Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina hin herêmê sûriyê re sînordar nema , ji sersalê ve gefa êrişeke nû ya dagirkeriyê li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê dixwe. û Ji bo nixumandina êrişan, Lihevkirina Edeneyê derdixe pêş.