Kanala ROJAVA TV

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN LI KAMPA HOLÊ 27 DAIŞ´Î GIRTIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di roja duyemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” de 27 çeteyên DAIŞ´ê li beşa yekemîn ya li kampa Holê girtin.

Têkildarî operasyona Mirovî û Ewlehiyê Berdevkê YPG Nûrî Mehmûd ji Rojava Tv re got ku:  Heta ku çeteyên DAIŞ xilas nebin û civaka navneteweyî bi erka xwe ranebe, dê QSD di oparasyonên xwe de berdewam be.