RÊVEBERIYA SIVÎL A MINBICÊ: ÊRÎŞA LI SER NAVÇEYA TIL RIFETÊ ASTA BERXWEDANÊ KÊM NAKE
Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta tirk a dagirker a li ser navçeya Til Rifetê şermezar kir, Her wiha piştgiriya xwe bi hêzên QSD re heta rizgarkirina herêmên dagirkirî nîşan da.
Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbicê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Dewleta tirk a dagirker bi hemû awayan êrîşî welatiyên herêmê dike û komkujiyan li dijî wan pêk tîne. Dewleta tirk da ku xelkên herêmê bide koçberkirin avê qut dike û bi balafirên bê mirov êrîşî wan dike.
Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbicê di dawiya daxuyaniya xwe de got: Ew êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê qebûl nakin, û Ew ê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî li kêleka hêzên xwe li ber xwe bidin.