RÊXISTINA MAFÊ MIROVAN A EFRÎN-SÛRIYÊ: BÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWÎ RÊ LI BER ÊRÎŞAN VEDIKE
Rêxistina mafê mirovan a Efrîn – Sûriyê îro bi daxuyaniyekê bang li civaka navnetewî û Rêxistinên mirovî kir ku zextê li dewleta tirk bikin da ku dawî li sûc û kiryarên xwe bîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Ji destpêka ku dewleta tirk a dagirker derbasî axa sûriyê bûye û beşek ji herêmên wê dagirkiriye sûc, êrîş û kiryarên lidijî welatiyên herêmê bê navbera berdewame.
Her wiha hate diyarkirin ku Koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn û li benda vegera malê xwe ne rojane rastî topên dewleta tirk tên û dibin qûrbaniyên wan topan.
Rêxistina mafê mirovan a Efrîn – Sûriyê da zanîn ku Êrîşa dewleta tirk a ku duh li navçeya Til Rifetê pêk hat û di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn, peyman û zagonên navnetewî binpê dike.
Em bang li civaka navnetewî û Rêxistinên mirovî dikin ku zextê li dewleta tirk bikin û dawî li sûc û kiryarên dewleta tirk ên li dijî welatiyên herêmê bîne.