Kanala ROJAVA TV

ENCAMÊN CIVÎNÊN NATO,TEHRAN Û SOÇÎ

Piştî lûtkeya tehran ku 19ê tîrmehê û lûtkeya Soçî ku 5ê tebaxê hatin lidarxistin pilanên nû li ser herêmê tên meşandin û êrîşên dewleta tirk a dagirker bi tank , top, hawin û balafirên bê mirov zêde bûn , di encam de pêşengên şoreşê ,fermandar,jin , kal pîr û zarok bûn qurbanî û şehîd ketin

Derbarê mijarê de hevserokê PYD salih muslim beşdarî bernameya rave ya rojava tv bû û got civîna Soçiyê ya di navbera Pûtîn û Erdogan di 5´ê Tebaxê de li dar ketiye cuda bû

Salih muslim got ku dewleta tirk  dixwest ku erêkirina îran û rûsya di civîna tehran de bidest bixe da herêmên nû ji xaka sûriyê dagir bike

Dewleta tirk ji destpêkê ve bi çekên nato êrîşî kurdan dike û dixwaze wan tune bike

Li aliyekî di jî hevserokê PYD salih muslim got ku tiştê niha ji hikûmeta Şamê tê xwestin lihevkirina Edeneyê red bike û bang li Şamê kir ku rêzê ji gelan re bigire.