Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA REQAYÊ RÊYÊN SEREKE YÊN BAJÊR ZIFT DIKE

Nivîsgeha xizmetguzariyê ya şaredariya gel a bajarê Reqayê di projeyên ziftkirin û sererastkirina rêyan de berdewam e.

Şaredariyê niha dest bi ziftkirina rêyên sereke di nava bajarê Reqayê de kiriye.

Li gorî hevserokê şaredariya gel a Reqayê wan heya niha derdora 35% projeyê bi cih kiriye.

Her wiha biryar e bi qasî 7 hezar û 400 metreyan rê werin ziftkirin.