YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD LI SER ROLA RAGIHANDINÊ DI ŞERÊ TAYBET DE PANELEK LI DAR XIST
Yekîtiya Ragihandina Azad ya bakur û rojhilatê sûriyê li bajarê reqayê panelek têkildarî Rola Ragihandinê di Şerê Taybet de li dar xist.
Di panelê de hejmarek ji saziyên sivîl, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên Reqqayê amade bûn.
Panel ji aliyê berpirsê têkiliyan yên Hêzên Sûriya Demokratîk Mistefa Balî ve hat birêvebirin û li ser têgeha ragihandina rast û rola ragihandinê di şerê taybet ku li ser herêmên Rêveberiya Xweser tê meşandin, nirxandin kir .
He wiha deriyê nîqaşê ji bo beşdran jî hate vekirin .