Kanala ROJAVA TV

DAYÎKÊN AŞTIYÊ YÊN ŞEHBAYÊ NERAZÎBÛNÊN XWE LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK NÎŞAN DAN

Li dijî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dayîkên aştiyê yên Kantona Şehbayê ji rojava Tv re goti ku : Ew lidijî şer in daxwaza wan aştî û aramî ye.

Dayîkên Aştiyê yên li kantona Şehbayê ji Rijava Tv re nerazîbûnên xwe yên li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê nîşan dan .

Dayîka Şehîd Gerzan, Emel Qereman diyar kir ku Dewleta tirk bi buhaneyên cuda welatî û zarokên herêmê dike hedef Û got:

Dema ku mijar dibe gelê kurd, tevahî cîhan kur û bê deng dibe.

Ji aliyê xwe ve dayîka bi navê Esiye Ebdo jî tezekî li ser berxwedanê kir û got: Ew li dijî şer in, Daxwaza wan aştî û aramî ye.

Îro di seatên sibehê de balafireke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker navenda navçeya Til Rifet ya kantona Şehbayê topbaran kir.

Di encamê de 3 welatî şehîd û 5 jî birîndar bûn.