Kanala ROJAVA TV

ENCUMENA MALBATÊN ŞEHÎDAN A EFRÎN Û ŞEHBAYÊ: EM Ê LI HEMBER ÊRÎŞAN BÊDENG NEMÎNIN

Encumena Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê îro bi daxuyaniyekê êrîşa li ser navçeya til rifetê şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê li hember êrîşan bêdeng nemînin.

Encumenê di daxuyaniya xwe de ev yek anî ziman :

ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk bi balafiran gelê sivîl dike hedef, di sala 2020’an de dewleta Tirk komkujî li Til Rifetê pêk anî, ne tenê Til Rifet, Aqîbe, Kiladiyê û li hemû deverên Şehbayê komkujiyan dike. Dewleta Tirk nikare vîna gel bişkîne .

Malbatên şehîdan bêdengiya hêzên garantor li hember sûcên dewleta tirk şermezar kirin  gotin ew ê li hember êrîşan bêdeng nemînin.