Kanala ROJAVA TV

DESTEYA RÊVEBERIYA XWECÎHÎ Û JÎNGEHÊ PIROJEYA”JIYANA ZAROKAN” RAGIHAND

Desteya Rêveberiya xwecîhî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê îro bi civîneke çapemeniyê vekirina navendeke taybet ji bo zarokên sêwî bi navê “Jiyana Zarokan” ragihand.

Berpirsyarên pirojeya mala jiyana diyar kirin ku navend ji hemû aliyan ve hatiye amadekirin û dê di demeke nêz de zarokan pêşwazî bikin ..

Îro Desteya Rêveberiya xwecîhî û jîngehê ya Herêma Cizîrê bi armanca lênêrîna zarokên sêwî bi kongreke çapemeniyê vekirina navendeke bi navê “Jiyana Zarokan” li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ragihan .

Di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew ê zarokên ji 5 heta 18 salî pêşwazî bikin.

 

Her wiha da zanîn ku ev navend bi hevkariya Desteya Tenduristiyê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongra Star û Desteya Jin hatiye vekirin.

 

Berpirsyarê pirojeya mala jiyana zaroka Adar firat diyar kir ku amadekariyên navendê bi dawî bû û wê di demeke nêz de zarokan pêşwazî bikin.

Her wiha hevseroka Rêveberiya xwecîhî û jîngehê ya herêma Cizîrê stêr murad diyar kir ku zarok herî zêde ji rewşên şer bandor dibin, lewma Rêveberiya xweser pêwîstî bi vekirina vê navendê dît..

Projeya mala jiyana zaroka ji girîngtirîn projeyên desteya rêveberiya xwecuhî û Jîngehê ye , li gorî rêveberên desteyê wê di qonaxa yekemîn de 30 zarok pêşwazîbikin .