Kanala ROJAVA TV

KONGRA ISLAMA DEMOKRATÎK LI ŞEHBAYÊ KONÊ RÛNIŞTINÊ VEDA

Kongira Islama Demokratîk li şehbayê li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê di bin dirûşma “Hûn hemû xwe li rexê Xwedê bigrin û parçe nebin” konê rûniştinê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vedan.

Hejmarek ji şêxên misilman û êzidî, nûnerên sazî, Encumen û komîteyên rêveberiya xweser û nûnerên partiyên siyasî beşdarî kon bûn.

Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser hemû pêkhateyên herêmê û hedefgirtina herêmên tijî sivîl hatin şermezarkirin.

Di dawiya çalakiyên kon de daxuyanî jî hatin dayîn.