Kanala ROJAVA TV

ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA QAMIŞLO DI ROJA XWE YA 12 AN DE DEWAM DIKE

Çalakiya Konvedanê ya li qamişlo ji bo şermezarkirina bêdengiya Navdewletî li hember êrîşên dewleta tirk di roja xwe ya 12 an de dewam dike..

Kongra Star û Hêzên Parastina Civakî-jin (HPC) li pêşiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo li ser asta herêma Cizîrê konê çalakiyê vedane..

Çalakî bi durişma kanî dadmendiya we û bi beşdarbûna şêniyên tevahî bajar û navçeyên herêma Cizîrê hate li dar xistin..

Beşdarên çalakiyê jî biryara berxwedanê dane û dibêjin dê êrîşên dewleta tirk vîna wa neşkîne