Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA SOTEMENIYÊ NIRXÊ VEGUHESTINA BITLÊN GAZÊ DI NAVA HERÊMAN DE NÎQAŞ KIR

Rêveberiya sotemeniyê ya rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê, civînek ji tevahî nivîsgehên bitlên gazan re li dar xist.

Di civînê de mekanîzmeya karê rêveberiya sotemeniyan û hemahengiya di navbera rêveberiya sotemeniyê, deste û komînan hate nîqaşkirin.

Her wiha nirxên veguhestina bitlên gazê di navbera herêman de û destnîşankirina miqdarê sotemeniya ku ji bo erebeyan were veqetandin, nîqaş kirin.

Têkildarî mijarê hevserokê rêveberiya sotemeniyê ya rêveberiya xweser a bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq Mihemed ji Rojava  TV re diaxive.