Kanala ROJAVA TV

PARTIYÊN SIYASÎ BANG LI HIKÛMETA ŞAMÊ KIRIN KU DÛRÎ LIHEVKIRINA BI DEWLETA TIRK RE BE

33 partî û hêzên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Şamê kirin ku dûrî li hevkirina bi dewleta Tirk re bimîne û guh bide daxwazên gel.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev 11 sal in, xelkê Sûriyê li benda çareseriyeke aştiyane ne û şer naxwazin.

Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk dixwaze serwerriya xaka Sûriyê têk bibe û wê dagir bike.

Di beşekî din a daxuyaniyê de partiyên siyasî gotin ku ew ajendeyên faşîst ên desthilata AKP’ê li dijî gelê xwe qebûl nakin.

Di dawiyê de pariyan bang li Hikûmeta Şamê kirin ku nekevin xefkên dewleta Tirk û guh bidin daxwazên gel.