Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN ŞEHBA CENAZEYÊ Ş.DIYANA ELO PÊŞWAZÎ KIRIN

Bi sedan şêniyên şehba û koçberên efrînê cenazeyê şehîd diyana elo li navçeya ehdas a kantona şehba pêşwazî kirin

Şêniyan cenaze di nava tilîliyên dayikan û durişmên şehîd namirin de rakirin paşê cenaze xistin ambulansê û şandin nexweşxaneya avrîn a navçeya fafînê da ku îroj merasîma oxirkirinê lidarbixin

Ş.diyana elo di 18ê tebaxê de li dibistana keçan a gundê simokê di navbera navçeya til temir û hesekê de , di bombebarana dewleta tirk a dagirker li gel 3 hevalên xwe şehîd bû

Dibistana ku hatî bombebaran kirin jî netewên yekbûyî serperiştiya wê dike