Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA 6’EMÎN SALVEGERA RIZGARKIRINA MINBICÊ ŞAHIYEK HATE LIDARXISTIN

Bi boneya 6’emîn salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê, duh şahiyeke girseyî li bajêr hate lidarxistin.

Bi hezaran welatiyên herêmê, şandên rêveberiya xweser û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn.

Gelek axaftin hatin kirin û tê de rola şervanên QSD’ê a di rizgarkirina bajêr de berz hate nirxandin û şehîdên azadiyê hatin bibîranîn.

Her wiha komên mûzîkê folklor û çanda pêkhateyên deverê bi rêya hunerên xwe pêşkêkirin.

Têkildarî mijarê hevserokê rêveberiya sotemeniyê ya rêveberiya xweser Sadiq Mihemed, salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê, li gelê wê û şehîdên azadiyê pîroz kir.