Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA TENDURISTÎ YA REQAYÊ BEŞEKÎ NEXWEŞXANEYA NIŞTIMANÎ JI BO ZAROKAN AVA DIKE

Komîteya Tenduristiyê ya encumena sivîl a Reqayê, beşekî ji nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê ji bo zarokan ava dike.

Armanca avakirina nexwşxaneyê ew e ku derfetê li pêş dermankirina zarokan veke û rê li pêş çûna ji bo deverên dûr bigire.

Li gorî desteya tenduristiyê dê her du qatên 3 û 4″an ji nexwşxaneya niştimanî ji bo zarokan werin avakirin.

Her wiha dermankirin dê bi awayekî bêberamber be û biryar e 80 text û 40 danîngeh lê werin bicihkirin.

Têkildarî mijarê cîgirê hevserokatiya desteya tenduristiyê ya encumena sivîl a Reqayê Ebdilrezqa El- Elî ji Rojava TV re diaxive.