Kanala ROJAVA TV

DAGIRKERIYA TIRK GUNDÊN KOBANÊ, TIL TEMIR, ŞÊRAWA Û GIRÊ SPÎ BI DIJWARÎ TOPBARAN

Artêşa Tirk a dagirker navenda bajarê Kobanê û gundewarên wê, her wiha gundên navçeya Til Temir ,navçeya Şêrawa, û 5 gundên kantona Girê Spî jî topbaran kir.  Di topbarana li ser bajarê Kobanê û gundewarê wê de zarokek şehîd bû , 4 kesên din jî birîndar bûn.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku Vê sibehê artêşa tirk a dagirker, gundên gozliyê, Til El-Leben, Um El-Xêr, Til Tewîl a Aşûrî , Salmasa û Tawîla yê rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kir .

Di heman demê de 3 gundên kanton şehba û navenda bajarê Kobanê û hejmareke gundên wê topbaran kir .

Her wiha balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker erebeyeke sivîlan li nêzî navenda Asayîşê ya li bajarê Kobanê kir hedef.

Di encama topbarana li ser bajarê Kobanê û gundewarê wê de zarokek şehîd bû û 3 kesên din birîndar bûn. Her wiha zirarên madî gihişte milkên welatiyan.

Hemwextî topbarana li ser Kobanê û til temirê artêşa Tirk a dagirker 5 gundên rojavayê kantona Girê Spî jî topbaran kir