Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ CEJNA VEJÎNÊ PÎROZ KIRIN

Şêniyên Qamişlo, Amûdê û Kobanê bi şahiyan Pêngava 15`ê Tebaxê li rêber ocalan û tevahî gelê kurd pîroz kirin .

Şêniyan gotin :  pêngava 15 tebaxê ji bo tevahî gelan bû riya xilasiya ji zilm û tarîtiyê .

Doh salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê bû, ku di bin fermandariya şehîd Egîd de di 15`ê Tebaxa 1984`an de guleya yekemîn li dijî dijminê gelê Kurd hate teqandin û wekî destpêka têkoşîna çekdarî ya Partiya Karkarên Kurdistanê (PKK) bû.

Ji bo pîrozkirina salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê Li Qamişlo, Amûdê û kobanê şahî hatin li dar xistin..

Şêniyên Qamişlo Pêngava 15 ê Tebaxê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî gelê bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kirin û gotin: Pêngava 15’ê Tebaxê, cejna vejînê ye û Ev cejn ji bo gelê kurd cejneke dîrokî ye.

Her wiha Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê jî bi coşeke mezin cejna vejînê pîroz kirin

Şêniyên amûdê gotin pêngava 15 tebaxê ji bo tevahî gelan bû riya xilasiya ji zilm û tarîtiyê .

Li kantona kobanê jî şahiya pîrozkirina Pêngava 15 ê tebaxê hate li darxistin, bi sedan şênî tevlî şahiyê bûn û soza şopandina rêya Şehîdan, mezinkirina Têkoşîn û berxwedanê li hember dagirkeran

Bi durişmên “bi rihê 15 ê tebaxê werin cenga Azadiyê, bi rihê 15 ê tebaxê em ê şerê gelê şoreşgerî misoger bikin dagirkeriyê têk bibin” Li gelek Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî ji bo pîrozkirina salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê hatin li dar xistin .

Di şahiyan de şêniyan peyamên berxwedanê heta serkeftinê dan .