Kanala ROJAVA TV

LI ŞEHBAYÊ ÇALAKIYEKE SPORÊ JI BO ZAROKÊN ŞEHÎDAN HAT ORGANÎZEKIRIN

Li Şehbayê malbatên şehîdan bi boneya 15’ê tebaxê çalakiyeke sporê ji bo zarokên şehîdên Berxwedana Serdemê organîze kirin.

Zarokên şehîdan wekî 2 tîman hatin dabeşkirin û li stada Babinis a Şehbayê matcha fotbolê lîstin.

Piştre zarok ji aliyê Desteya Karûbarên Civakî ve hatin xelatkirin, da ku moralê wan bilind bibe û hezkirina wan ji sporê re mezintir bibe.

Têkildarî mijarê Hevseroka Encumena Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Xedîce Îbo ji ROJAVA TV re axivî.