Kanala ROJAVA TV

ZAROKÊN ŞEHÎDAN ÊN KOBANÊ 38 EMÎN SALVEGERA PÊNGAVA 15 Ê TEBAXÊ BI BÎR ANÎN

Zarokên Şehîdan ên kobanê 38 emîn salvegera Pêngava 15 ê Tebaxê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û hêvî kirin ku salvegera pêngavê bibe sala aştî û rizgariya gelên bindest ji zilmê..

Di daxuyaniyê de salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li gelê Kurd û pêkhateyên çar parçeyên Kurdistanê hate pîrozkirin û hêvî kir ku salvegera 38’an a pêngavê bibe sala aştî û rizgariya gelên bindest ji zilm û êrişkariyê..

di beşeke daxuyaniyê de Zarokên şehîdan bang li Hêzên Sûriya Demokratîk kir ku sîxûrên piştî destpêkirina Operasyona “Sondê” hatine girtin, radestî malbatên şehîdan û zarokên wan bikin da ku ji aliyê wan ve bên dadgehkirin û cezayê xwe bistînin..

Û di dawiya Daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin û bang li rêxistinên mafên mirovan ên taybet bi zarokan û parastina mafên wan hate kirin ku destwerdanê bikin da ku zarokan ji êrişên wê yên ku demên dawî zêde bûne, biparêzin..