Kanala ROJAVA TV

LI ŞEHBAYÊ QURBANIYÊN KOMKUJIYA KEFER SEXÎR HATIN BIBÎRANÎN

Encumena kantona Şehbayê bi boneya 9’emîn salvegera komkujiya Kefer Sexîr, qurbaniyên komkujiya bi bîr anî û banga hesabxwestinê ji civaka navdewletî kir.

14 ‘ê tebaxa sala 2013’an çeteyên DAIŞ’ê li dijî şêniyên gundê Kefer Sexîr ê kantona Şehbayê komkujiyek pêk anîn û di encamê de bi dehan welatî şehîd bûn.

Encumenê di daxuyaniyê de got ku heman kiryarên ku berê li dijî gelê me pêk hatine, niha bi destê heman çeteyan berdewam dikin.

Di dawiyê de encumenê bang li civaka navdewletî û tevahî rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî kiryarên hovane yên çeteyan bêdeng nemînin.