LI NAVÇEYA EYN ÎSA PERWERDEYEK DESTWERDANA LEZGÎN HAT VEKIRIN
Komîteya Tenduristiyê ya encumena Kantona Girê Spî di çarçoveya rewşa awarte de ku li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker hatiye ragihandin de , perwerdeyek destwerdana lezgîn vekir.
Komîteya Tenduristiyê ya encumena Kantona Girê Spî di çarçoveya amadekariyên rewşa awarte de perwerdeyek destwerdana lezgîn vekir, bi dehan şêniyên navçeya Eyn Îsa û karmendên saziyên kantonê tev li perwerdeyê bûn.
tê payîn ku ev perwerde 30 rojî berdewam bike, li hemû navçe û bajarokên kantonê werin vekirin.
NÎHAD EHMED – CÎGIRÊ HEVSEROKATIYA ENCUMENA CÎBICÎKAR A FIRATÊ