Kanala ROJAVA TV

LI BAJARÊ MINBICÊ ZAGONÊN TAYBET BI JINAN HATIN NÎQAŞKIRIN

Komîteya zagonî ya encumena jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, ji bo nîqaşkirina prensîbên taybet bi jinan, civînek li bajarê Minbicê li dar xist.

Di civînê de 25 xal û zagonên taybet bi jinên rêveber hatin nîqaşkirin , paşê li ser hate pesendkirin.

Di civînê de beşdaran nêrînên xwe parvekirin û behsa rola jinan di nava saziyên Rêveberiya Xweser de kirin.

Têkildarî mijarê endama encumena jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl ji Rojava Tv re got ku wan bi berfirehî rol û mîsyona jinan nîqaş kirine.