Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN KOBANÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK XWEPÊŞANDAN LI DAR XISTIN

Bi hezaran şêniyên Kobanê li dijî  êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov ên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandaneke girseyî li dar xist

Xwepêşandan bi durişma em êrîşên dewleta Tirk yên qirker û faşîst li ser Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, hate li dar xistin..

Di xwepêşandanê de endamên saziyên sivîl û kesayetên ji partiyên siyasî yên herêma Firatê amade bûn..

Tê de endama rêveber a Kongra Star a Herêma Firatê Mecîde Hesûn axivî û got: Êrişa dawî a li ser Qamişlo nîşaneya kîna dewleta Tirk li dijî pêkhateyên herêmê ye ,  Divê dewletên garantor ji bêdengiya xwe derkevin. Ji ber ku komkujiyên îro pêk tên li pêş çavên wan dibin.

Her wiha Şêniyên Kobanê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî li hember êrişên Dewleta Tirk a dagirker bi rêxistin bike..