Kanala ROJAVA TV

BI SEDAN ŞÊNIYÊN HERÊMA CIZÎRÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD MIHEYEDÎN GULO OXIR KIRIN

Duh bi beşadarbûna bi sedan ji şêniyên herêma Cizîrê cenazeyê şehîd Mihyedîn Gulo li goristana şehîd Delîl Saroxan li bajarê Qamişlo hate oxir kirin

Şêniyên herêma Cizîrê di merasîmê şehîd Mihyedîn Gulo de teqez kirin ku gelên herêmê bi berxwedana xwe dê tola şehîdên xwe hilîne û di parastina xaka xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker bikin.

Di bin diruşmeya “Bijî şehadet, Bimire xiyanet” û bi tlîlîliyên dayîkan duh li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Herêma Cizîrê cenazeyê şehîd Mihyedîn Gulo bi merasîmekê bi heybet li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo oxir kirin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şehîd Miheyedîn Gulo 9’ê Tebaxê di encama bombebarana balafireke bi çek û bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker li ser Qamişlo de pêk hatibû, şehîd bû.

Li ser navê malbata Gulo Rêber Gulo ji Rojava TV re axivî û got dewleta Tirk bi zêdebûna êrîşên xwe yê hewayî li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixweze Hêrêmê vala bike, Lê em ê bi berxwedana xwe armancên dewleta Tirk têk bibin

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo ku ew jî beşedarî merasîmê bibû diyar kir ku armanca zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê hewildana têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Şêniyên herêma Cizîrê di merasîmê şehîd Mihyedîn Gulo soza berxwedana li hemberî dewleta Tirk a dagiker û tolahildana ji şehîdên xwe re dan.

Girseya gel di bin diruşma “Şehîd namirin, Berxwedan jiyane” cenazeyê şehîd Miheyedîn Gulo li goristana şehîd Delîl Saroxan spartin axê.