Kanala ROJAVA TV

1800 Baweşînk Li Ser Koçberên Efrînê Yên Li Şehbayê Dimînin Hatin Belavkirin

Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Efrînê baweşînk li ser koçberên Efrînê yên ku li kampên şehbayê bi cih dibin, belav kirin.

Ev xebat bi armanca sivikkirina barê koçberan taybet di werza Havînê de hat destpêkirin.

Li gorî Cîgira hevserokatiya Desteya Karûbarên Civakî ya efrînê Wefa Hisên, nêzî hezar û 800 baweşînk li ser koçberên di kampên serdem , şehba , veger ,efrîn  û kampa berxwedan hatine belavkirin.

Wefa Hisên destnîşan kir ku di rewşekê de ku rêxistinên mirovî li hember azarên koçberan çav girtine û alîkariyan pêşkêş nakin , ew bi hemû derfetên xwe hewil didin alîkariya koçberan bikin.