Kanala ROJAVA TV

Yekîtiya Parêzeran Ya Herêma Cizîrê Gef Û Êrîşên Dewleta Tirk Şermezar Kir

Bi Armanca Şermezarkirina Gef û Êrşên Dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Parêzeran ya herêma Cizîrê daxuyaniyek dan..

Yekîtiya Parêzeran ya Herêma Cizîrê li pêş avahiya Komseriya Kar û barên penabera a NY yê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da û tê de Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kirin..

Endamê yekîtiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xesan Xelef daxuyanî xwend û bi dehan Parêzerên Herêmê beşdar bûn..

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji dema Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve hatin dagirkiirin û heta roja îro Civaka Navnetweyî çavên xwe li hember hemû sûcên revandin, kuştin, Teawizkirin, Wêrankirin,Dseteserkirina mal û milkan, Guhertina Demografîk û bi karanîna çekên Kîmyawî bê deng e..