Kanala ROJAVA TV

Jinên Ciwan A Herêma Firatê Şehîdên Komkujiyan Helincê Bi Bîr Anîn 

Yekîtiya jinên ciwan a herêma firatê ji bo bîranîna Şehîdên komkujiyan Helincê, meşek li bajarê kobanê lidarxist.

Meş bi dirûşma “Kuştina jinê… xiyaneta jiyanê ye” ji têketina gundê Helincê dest pê kir û ber bi cihê ku her sê tekoşer” Dayîka Emîne, Hebûn û Zehra” şehîd bibûn, bi rê krtin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo Şehîdan, axaftin ji aliyê Kongra star ve hate kirin.

Di axaftinan de tekezî li ser bilindkirina asta têkoşîna jinan li hember êrîşên qirkirinê hate kirin.

Yek ji Endamên yekîtiya jinên Ciwan diyar kir ku hêza wan ji êrîşên dagirkeran mezintire  û Ew ê li ser xeta şehîdan têbikoşin.