Kanala ROJAVA TV

Şêniyên Reqayê Cangoriyên Azadiyê Bi Bîr Anîn

Malbatên şehîdan ên bajarê Reqayê merasîma bîranîna cangoriyên ku beriya 5 salan di oxira parastina welatê xwe de şehîd bûne, organîze kir.

Di merasîma bîranînê de malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

di merasîmê de, sînevizyonek li ser jiyana şehîdan hat pêşandan.

Piştre bi navê malbatên şehîdan, Encumenên sivîl û leşkerî yên Reqayê axaftin hatin kirin û bal hat kişandin ser fedekariya şehîdan ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rizgarkirina wê ji tarîtiya DAIŞ’ê.

Malbatên şehîdan dane zanîn ku ew bi zarokên xwe serbilindin ku di oxira parastina axa xwe de, canê xwe feda kirine.