Kanala ROJAVA TV

Encumena Kantona Girê Spî Hedefgirtina Ferhad Şiblî Şermezar Kir

Encumena kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê hedefgirtina cîgirê hevserokatiya encumena rêveber a rêveberiya xweser Ferhad Şiblî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker di kesayeta şehîd Ferhad Şiblî de xwest ku projeya rêveberiya xweser têk bibe.

Di beşekî din a daxuyaniyê de bang li himuketa Irqa û Başûrê Kurdistanê hate kirin ku helwesta xwe li hemberî êrîşan diyar bikin.

Di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û welatên garantor hate kirin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk rawestin û soza şopandina rêya şehîdan hate nûkirin.