Kanala ROJAVA TV

Şêx Û Rûspiyên Minbicê Piştgiriya Qsd Kirin

Şêx û rûspiyên Minbicê piştgiriya QSD’ê kirin û gotin : “Em li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê, bi encumena xwe ya leşkerî û QSD re ne.

Ji bo şermezarkirina êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker Şêx û rûspiyên Minbicê çalakiya konvedanê li Minbicê dest pê kirin.

Di çalakiya konvedanê de rûspî û şêxên eşîran, encumena Leşkerî ya Minbicê, endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê amade bûn.

Berdevkê encumena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş got: çalakiya konvedanê nîşan dide ku li hember gefên dewleta Tirk çarenivîsa me ye ke û em yek dest in.