Kanala ROJAVA TV

Nivîsgeha Jin A Msd Li Reqayê, Gef Û Êrîşên Dewleta Tirk Nîqaş Kir

Nivîsgeha jin a Encumena Sûriya Demokratîk bi hevkariya kombûna jinên zenûbya li reqayê civiyan û gef û êrîşên dewleta tirk nîqaş kir.

Seroka desteya rêvber a Encumena Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, Kesayetên femînîst, çalakvanên siyasî, sivîl û leşkerî her wiha rewşenbîrên bajarê Reqa û gundewarê wê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de rewşa dawî ya li herêmê û gef û êrîşên dewleta tirk ji aliyê Seroka desteya rêveber a Encumena Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ve hate nirxandin.

Îlham Ehmed di gotinên xwe de diyar kir ku Dewleta tirk dixwaze rastiya heyî biguherîne û bi siyaseta guhertina demografîk re pêkvejiyaneke nû ferz bike.