Kanala ROJAVA TV

Kongreya 9’an A Pyd’ê Di Roja Xwe Ya 2’an De Dewam Dike

Kongreya 9`emîn a PYD`ê di roja duyemîn de didome

Xebatên 9.Kongreya PYD’ê di roja duyemîn û ya dawî de dewam dikin. Tê payîn ku kongre bi hilbijartina hevserokatî, Encumena nû û komîteya dîsplînê bi dawî bibe.

Vê sibehê xebatên 9. kongreya PYD’ê di roja duyemîn de dest pê kirin.

Kongre duh li bajarê Hesekê bi tevlîbûna  700 delegeyên ji endam, nivîsgeh û nûnerên partiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û Ewropayê dest pê kiribû.

îro di kongreyê de rewşa rêxistinî ya partiyê di dewreya borî de hate nîqaşkirin, û nîqaş li ser rêziknameyê têne kirin  , dê di dawiyê de jî hevserokatî û meclisa nû ya partiyê û komîteya dîsplînê werin hilbijartin.