Jinên Reqayê Xebatên Şaredariyan Dikin Û Xizmeta Gelê Xwe Dikin
Jinan li bajarê Reqa û gundewarê wê ji bo ku rola xwe di hemû qadên jiyanê de îsbat bikin ked dane, jin di warên perwerde, aborî, çandî û xizmetguzariyê de ked û xebateke bêhempa didin.
Jinê di xebatên xizmetê de jî cih girtiye û karên şaredariyan dide meşandin.
jin dibêjin ku ji bo xizmeta gel, projeyên wan ên aborî û civakî hene.
Her wiha diyar dikin ku ew li gorî derfetên xwe, alîkariyê didin malbatan.
Jinan dan zanîn ku jin dikarin bi riya vîna xwe, hemû zehmetiyan derbas bikin.