Kanala ROJAVA TV

Encumena Jinên Sûriyê Komxebatek Li Reqayê Li Dar Xist

Encumena jinên Sûrî li bajarê Reqayê komxebatek ji bo nîqaşkirina hunerên bedewiya laş û fikir li dar xist.

Nûnerên jinan ji rêxistinên civaka sivîl, encumena sivîl a Reqa, encumenên jinan û encumena Idlib El- Xedra beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de mijarên wekî hunerên bedewiya laş û fikir û cudahiyên di navbera wan de hatin nîqaş kirin û biryar e komxebat di dawiyê de bi encaman bi dawî bibe.

Endama têkiliyên giştî ya encumena jinên Sûriyê Betûl El- Hemzewî ji Rojava TV re axivî û behsa armancên komxebatê kir.