Kanala ROJAVA TV

Rêveberiya Kampa Roj: Êrîşên Dewleta Tirk Rê Li Ber Zindîkirina Daiş’ê Vedike

Rêveberiya Kampa Roj a li Dêrikê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfetê dide rêxistinên terorîst ku xwe ji nû ve birêxistin bike.

Rêveberiya Kampa Roj a li Dêrikê têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate got ku Bila Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe kaxeza bazara di navbera dewleta Tirk û dewletên Ewropayê de. Her wiha Rêveberiyê banga rakirina ambargoya ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ferzkirin kir.

Hevserokê komîteya karûbarên koçberan bang li civaka navnetewî kir ku rê nedin dewleta tirk ku bi gef û êrîşên xwe karîsetekê mirovî li herêmê çêbike.