Kanala ROJAVA TV

Rûspiyên Til Temir Û Saziyên Sivîl Êrîşên Dewleta Tirk Şermezar Kirin

Rûspiyên navçeya Til Temirê û Endamên saziyên sivîl bang li hikûmeta Şamê û Moskovê kir ku helwesta xwe li ‎hember êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, zelal bikin.‎

Rûspiyên eşîrên navçeya Til Temir, endamên saziyên sivîl ên navçeyê tevî şêniyên herêmê li pêşiya baregeha Rûsya ‎ya li ser rêya Zirganê, çalakiyeke şermezarkirinê li dar xist.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û tê de hate gotin : “Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din ‎piştrast dikin ku em perçeyek ji axa Sûriye ne , ji destpêka şoreşê ve li herêmên me ewlehî û aramî heye, ‎lê ev yek li xweşiya dijminên herêmê wek dewleta Tirk û çeteyên wê nayê.”‎

Rûspiyên navçeya Til Temirê û Endamên saziyên sivîl bang li civaka navdewletî kirin ku li hember gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê, raweste.