Kanala ROJAVA TV

Partiya Sûriya Pêşeroj Li Şehbayê Siyaset Û Destdirêjiyên Dewleta Tirk Nîqaş Kir

Partiya Sûriya Pêşeroj şaxê şehayê di bin navê” Na ji parçekirin û bicihkirina penaberan re” panelek lidarxist.

Panel li hola Axîn Welat a çand û hunerê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, sazî û dezgehên Rêveberiya xweser hate organîzekirin.

Di panelê de destdirêjiyên dewleta tirk ji xaka Sûriyê re, kiryarên wê derheqê gelê kurd bi taybet gelê Êzdî de her wiha siyaseta bicihkirina penaberên sûrî li herêmên dagikirî hate nîqaşkirin.

Di dawiya panelê de pêşinyar hatin kirin.

Serokê nivîsgeha têkiliyan di partiya Sûriya pêşeroj ,şaxê şehbayê Elî Selemê li ser armancên panelê nirxandin kir.