Kanala ROJAVA TV

Encamnameya Civîna Qsd, Msd Û Rêveberiya Xweser Hate Eşkerekirin

Encumena Sûriya Demokratîk MSD, Rêveberiya Xweser û QSD îro bi daxuyaniyekê encamên civîna 3 alî ya ku duh li bajarê hesekê hatibû lidarxsitin, eşkere kir.

li gorî daxuyaniyê encamên civînê wiha ne:

Fermandariya QSD amadeye ku tedbîrên meydanî bigire û li hember êrîşan berxwedanê bike.

Her oparesyoneke leşkerî ku dewleta tirk pêk bîne û beşek din ji xaka sûriyê dagir bike dê kareseteke mirovî bi xwe re bîne.

Mijûlbûna QSD bi êrîşên dewleta tirk re dê derfet bide DAIŞ ku careke din xwe vejîne.

Divê hêzên navdewletî daxwezên dewleta tirk erê nekin ji ber ku wê bibe sedema koçberkirina bi milyonan welatiyan.

Dê îradeya gel projeyên dagirkeriyê têk bibin û divê gel hevgirtina xwe ava bike

Divê tevahî hêzên sûriyê û sûrî bi xwe, di nav de artêşa sûrî bi hev re li dijî êrîşan rawestin .