Kanala ROJAVA TV

CÎHAD UMER: ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK HEMÛ GELÊ SÛRIYÊ DIKIN HEDEF

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Cîhad Omer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi gef û êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide tola DAIŞ’ê ji pêkhateyên herêmê hilde.

Cîhad Omer di civîna PYD ya ji bo nirxandina rewşa dawî de amade bû, li ser xetereya êrişên dewleta Tirk a dagirker û dagirkirina xaka Sûriyê hişyarî kir û wiha got: “Ev êrîş hemû gelê Sûriyê dike hedef, cudahiyê naxe navbera pêkhateyan. rastî ev dagirkerî dixwaze pêkhateyan ji hev dûr bixe.

Cîhad Omer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tola DAIŞ`ê ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hildide, ji ber ku pêkhateyan çete têk birin û planên hevalbendên wê jî bin xistin.

Cîhad Omer da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyan xwe ku li ser bingeha Rêveberiya Xweser xwe bi rêxistin kirine, dê li dijî êrîşên li ser herêmê rawestin.